Berfê çîyayên Wanê xemiland

Li Wanê doh barana ku serê sibê dibarî, derdorê êvarê de tesîra xwe zêde kir.

Ekleme: 19.10.2021 11:30:31 / Güncelleme: 19.10.2021 11:30:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Çîyayê Erek a bi bilindahîya 3 hezar 200 metre ye û di nav sînora navçeya Îpekyolê de ye berf barî.

Hişkesalîya îsal li temaêmê herêmê mirovên ku îdara xwe bi zîreatê û bi xwedîkirina heywanan  derbas dikirin, tesîr kiribû.

Ji ber germahîya piranî û ji ber ku baran nedibarî di warê erdan û ava vexwarinê de problêm çêbû. Hinek erdê hê ku nehatibûn palehîkirin jî zîya bûbûn. Gola Wanê jî ji ber hişkesalîyê ziwa bû.

Barana ku ev bû 2 rojê dawîn barîya mirovan keyfxweş kirin.

Barana ku doh êvarê li Wanê dibarîya derdorê êvarê de tesîra  xwe zêde kir.

Li navenda bajêr û li hinek navçeyan baran dibarî, Çîyayê Erek a ku di nav sînorên navçeya Miksê de ye berf barî. Berfa ku li çîyayan barî ji teref mirovên herêmê ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.

Ji teref Midirtîya Herêma 14an a Meteorolojîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Tê texmînkirin ku li temamê herêmê  rewşa hewayê ew ê bi ewir be.Baran li derdorê herêma Wanê û li Bidlîse dê bibare.”  (ÎLKHA)



Etiketler: