Li Çîyayê Erek a bi bilindahîya 3 hezar 200 metre ye û di nav sînora navçeya Îpekyolê de ye berf barî.
Hişkesalîya îsal li temaêmê herêmê mirovên ku îdara xwe bi zîreatê û bi xwedîkirina heywanan derbas dikirin, tesîr kiribû.
Ji ber germahîya piranî û ji ber ku baran nedibarî di warê erdan û ava vexwarinê de problêm çêbû. Hinek erdê hê ku nehatibûn palehîkirin jî zîya bûbûn. Gola Wanê jî ji ber hişkesalîyê ziwa bû.
Barana ku ev bû 2 rojê dawîn barîya mirovan keyfxweş kirin.
Barana ku doh êvarê li Wanê dibarîya derdorê êvarê de tesîra xwe zêde kir.
Li navenda bajêr û li hinek navçeyan baran dibarî, Çîyayê Erek a ku di nav sînorên navçeya Miksê de ye berf barî. Berfa ku li çîyayan barî ji teref mirovên herêmê ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.
Ji teref Midirtîya Herêma 14an a Meteorolojîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Tê texmînkirin ku li temamê herêmê rewşa hewayê ew ê bi ewir be.Baran li derdorê herêma Wanê û li Bidlîse dê bibare.” (ÎLKHA)