Barzanî: Şingalî peyameke zelal dan hemû aliyan ku ew kê dixwazin û çi dixwazin

Serokê PDKê Mesûd Barzanî bi boneya serkeftina kandîdên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li parêzgeha Neynewa û devera Şingalê, pîrozbahî li endam, alîgir û rêxistinên PDKê kir.

Ekleme: 19.10.2021 11:15:26 / Güncelleme: 19.10.2021 11:15:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Barzanî bi vê boneyê peyamek belav kir û tê de got: “Bi boneya serkeftina kandîdên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li parêzgeha Neynewa û devera Şingalê, pîrozbahî li endam, alîgir û rêxistinên Liqê 17 û Liqê 14 yên PDKê dikim. Destxweşiya westiyabûn û pabendbûna we dikim ku bûne sedema serxistina PDKê di hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê li vê deverê de. Herwiha spasî û pêzanîna min a taybet ji bo xweragiriya cemawerê Deşta Neynewa, devera Şingalê, xwişk û birayên Êzîdî û pêkhateyên din heye ku bersiva helwest û qurbanîdana PDKê dane û peyameke zelal û aşkere dan hemû aliyan ku ew kê dixwazin û çi dixwazin.”

Barzanî di dawîya peyama xwe de destnîşan kir: “Ez we piştrast dikim ku Partiya Demokrata Kurdistanê ji bo bidawîanîna êş û karesatên nîştecihên van deveran dixebite û dê wek her dem piştevan û parêzvana maf, jiyan û rûmeta we bimîne.”(ÎLKHA)