Li Nîjeryayê êrîşa çekdarî hat lidarxistin: 45 mirî

Hat ragihandin di êrîşa çekdarî ya ku li ser bazara li navçeya Goronyoya eyaleta Sokoto hat kirin de herî kêm 45 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ekleme: 19.10.2021 07:40:26 / Güncelleme: 19.10.2021 07:40:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Tê diyarkirin lêpirsîn didome ka êrîş û kî bi çi armancê pêk aniye.

Li herêmê di navbera Fulaniyên ku bi xwedîkirina heywanan mijûl in û hin eşîrên ku ji çandiniyê debara xwe dikin de qada pevçûnên dijwar e. Fulanî îdîa dikin ku cotkaran hewl dane ku heywanên wan bidizin û êrîşî wan kirine. (ÎLKHA)