Nejad: Hinek ne di nav de temamê bajar, gundên Kurdan aşîtîyane tevlî Îslamê bûn

Muhammed Xizir Necad beşdarî Hevdîtina Aliman a 6emîn bû.

16.10.2021 15:15:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref ÎTTÎHADUL ULEMA ve Hevdîtina Aliman a 6emîn tê lidarxistin. Muhammed Xizir Necad  beşdarî Hevdîtina Aliman a 6emîn bû û axavtinek kir.

Necad di bernameyê de derheqê mijara “Alimên Kurdan ên ku di dîrokê de ji Îslamê re xizmet kirine” de axavtinek kir.

“Hinek herêm ne di nav de  temamê bajar,gund û qeleyan û ew herêmên Kurdan bi aşîtîyane hatin fetihkirin”

Necad di destpêka axavtina xwe de destnîşan kir, bawerîya Kurdan, di berya fetha Îslamê de bawerîya Zerdûştîyê û Xrîstîyanîyê bû. Lê bi deweta Resulullah aleyhîsselam a ji bona Îslamê mûnasebeta Kurdan bi Îslamê re dest pê kir.” Necad dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi rastî jî Caban el-Kurdî, Selman el-Farisî, Bilalê Hebeşî û Suheybê Rûmî jî eshabîyên pexemberê me Muhammed bin Ebdullah bûn. Kurd di dîrokê de ji bo Îslamê û medeniyeta Îslamêgelek tiştan kirine, lê wan tiştên ku hatine kirin ji teref  gelek kêm însanan ve tê zanîn. Lê ji bona tarîxa Îslamê baş were zanebûn, Ji bo cîhan dîroka Îslamî bi şiklekî rast bibîne divê em bala wan bikşînin li ser van xisûsan. Kurd di dema fethên Îslamî de li Herêma Împaratorîya Persa Îranê diman.Di navbera salên 13 û 23yên hîcrî de minasebetan Kurdan a bi Îslamê re- di wexta xelîfetîya Omer bin Hattab de-  bi fethên ku  Îyad Bin Xanem ji wan re fermadarî dikir, dest pê kir. Hinek herêm ne di nav de  temamê bajar,gund û qeleyan û ew herêmên Kurdan bi aşîtîyane hatin fetihkirin.Heta sedsala 21ê, Kurd û gelek herêman Kurdan tevlî Îslamê bûn. Kurd, bi tevî xelkên dinê di ava kirina medenîyeta Îslamê de xizmet kirin û gelek şexsîyetên muhîm û serok jî ji nav xwe derxistine.Kurd ji nav xwe alimên wisa mezin derxistine ku ew di qadên eqlî û zanistên ceribandinê de ji xelqên din pêşvetir çûne û ders dane wan. Bi ferdî û bi îcadên xwe yê ku çêkirine, xizmetên xwe danê Îslamê û alimên Kurd tu carî gelê xwe ji Îslamê,  Îslamê jî ji xelkê xwe dûr nexistine.”

Piştî fethên Îslamê felîyetên Kurdan

Necad di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir, dînê Îslamê, di herêma Kurdan de bi berberîya dînên din  belaw nebûye; berewajî bi şikleke çandî belav bûye û ji teref Kurdan ve hatiye qebûlkirin.” Necad dû re wiha got: “Îslam, çawa ji bona felîyeta sîyasî re tevkarî kirîye, bi komelî, îlmî û zireatî re jî tevkarî kirîye. Îslam fersend daye Kurdan da ku him beşdarî fealîyetên siyasî him jî yên civakî, ilmî û ziraî bidin. Kurd bi vî awayî pêşve çûne û xizmet kirine.  Bi vî awayî Maymun bin Caban el-Kurdî  derket holê ku ew ji bo ji sehabîyên mezin dersa Qur’an, Fiqih û hedîsê bigre çû Medînê  û ew gelek hedîs ji sehabîyan neqil kir.Kurdên ku ji bona dînê xwe yê nû, hikm û edebê dînê xwe hîn bibin hewl dan erebî hîn bibin. Bi vî awayî Kurd beşdarî  felîyetan zanistî û edebî bûne. Heta hinek emîrtî jî bi şiklê otonomîyê  bi Kurdan re mane. Bi wî awayî Kurd, him welatên xwe parastine û bi wê parastinê bi qeweta xwe yê temamî ji bona parastina Îslamê û hebûna Îslamê re xerc kirine. Li Musulê Dawud el Kurdî û li Ahwazê Muhammed bin Hazarmurd el-Kurdî bû walîyê Xelîfeya Ebbasî el-Mutemîd alallah. Di dîrokê de gelek delîl hene ku Kurd nexasim jî alimên wan gelek hêz ji bona artêşa Îslamê şandine.”

Fetha Quds cara duyemîn û Dewleta Kurd a Eyyûbîyan

“Selahaddînê Eyyûnî Qudsê cara duyemîn ji îşxalê xelas kir ku ew qehramanê Kurd e, alimê biaqil e, hafiz e, bi quranê emel kirîye, şopînerê Pêxemberê e…”

Necad di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir, Kurdan her tim ji Îslamê re xizmet kirine û dû re wiha got: “Delîla herî muhîm a ku Kurd bi Îslamê re ne  ev e:Selahaddînê Eyyûnî Qudsê cara duyemîn ji îşxalê xelas kir ku ew qehramanê Kurd e, alimê biaqil e, hafiz e, bi quranê emel kirîye, şopînerê Pêxemberê e, nimûneya herî xweş a îman ê ye û nimûneya dijmintîya li dijî şeytên e. Ji bilî xelaskirina Qudsê Kurd wekî bi Seleheddin Eyyûbî, dewleta wî, eqrebeyên wî û Esedûddîn Şîrkuh, Necmeddîn Eyyûb, Seyfuddîn el-Hakkari, Ebî el-Heyja û weka fermandarê hêzên behrê Emîr Hûseyn el-Kurdî ji bo Îslamê xizmet kirine ku ev temam delîl in Kurd her tim bi Îslamê re hereket kirine û ji bo Îslamê xizmet kirine. Kurd di dîrokê de bes di warê sîyasî û leşkerîye de xizmet nekirine, her wisa ji bi înşakirina medenîyeta Îslamê xebitîne.Siltan Seleheddînê Eyyûbî, ji bona perwerdehîyê medrese, mizgeft, enstîtû û her wisa nexwaşxanêyan ava kirîye. Ji bona kitêbên bîyanî bên tercumekirin aliman teşwîq kirîyê û pirtukxanêyan ava kirîye. Hetta  nusxeyên kitêban bi êsîran guhartiye.Ji bona ekonomîya xweser bazaran ava kirîye û emir kirîye ku bila tacir jî bona ekonomîyê  cîhanê bigerin.Bi van gavên ku hatin avêtin û planên hatin kirin li Misir, Şam, Iraq, Mezopotamya û Yemenê dewleta Selahaddînê Eyyîbî gihaşt hedefên xwe yên zanistî.Ji ber vekirina medrese, mizgeft û pirtukxaneyan piştî Selahaddînê Eyyûbî ew îdarevanên din jî di pey şopa wî de çûn.(ÎLKHA)