Qeredaxî: Em mecbûr in ku Mescîda Eqsayê azad bikin

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Aliman Misliman ê Cîhanê Elî Qeredaxî beşdarî Civîna Aliman a 6emîn a ku ji teref Yekîtiya Alim û Medreseyan ve hat lidarxistin bû û axaftinek kir.

Ekleme: 16.10.2021 12:30:28 / Güncelleme: 16.10.2021 12:30:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qerexad di destpêka axavtina xwe de bixêrhatinê da kesên ku beşdarî bernameyê bûn û wisa axaivî: “Ez silavên Xwedê li we dikim. Pir girîng e ku hûn bi alimên weha hêja re bin. Ez ji alimên ku bi pirsgirêkên ummetê re eleqedar dibin re pir kêfxweş im. Ez dixwazim spasiya organîzatorên bernameyê bikin.Îro ev şerê li dijî  Îslamê û Misilmanan ne tenê li dijî komekê ye. Şerê li Filistînê û şerên li herêmên din ne tenê li dijî mezhebekî ne, lê li dijî Îslamê ne. Li Çînê, Tirkistana Rojhilat , Hindistan û li herêmên din şer  li dijî Îslamê tê kirin. Ji ber wçê yekê wezîfeyên me yên aliman pir in û gelekî girîng in. Divê alim ji ummetê re bibin pêşîvan”

“Divê em alim xwedîyê çareserî û projeyan bin”

Qeredaxî di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir: “Kêm zanyar hene ku xwedîyê fikra rast a Îslamê ne. Ji ber vê yekê wezîfeyên me aliman gelek zêde hene.Divê em ji vê nexweşîyê re dermanê bibînin. Di warê îctîhad û nûjeniyê de jî berpirsiyariya aliman heye. Avêtina van gavên siyasî têrî vê yekî nakin.”

“Divê em ji bo Mescîda Eqsayê micadele bikin”

Qeredaxî di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan ki, ji azadîya Quds û Mescîda Eqsayê alim bibin pêşeng û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em alim divê pêşkêşvanên vê yekê bin û divê em ji bo Mescîda Eqsayê micadele bikin.Rizgarkirina Eqsayê bi gotinê nabe.Selahaddînê Eyyûbî çawa ku ummeta Îslamê azad kiribe em jî divê ummeta azad bikin.”(ÎLKHA)