Mela Beşîr Varol: Reçeteya heqîqî reçeteya Xweda ye

Mela Muhammed Beşîr Varolê ku di Hevdîtina Aliman a 6emîn de axivî destnîşan kir, “Ji vê nexweşiya xusranê re, gelek reçete hatibin nivîsîn jî feyde nedane, her kes li hêviya çare û reçeteke rast e.”

Ekleme: 16.10.2021 11:40:24 / Güncelleme: 16.10.2021 11:40:24 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hevdîtina 6emîn a Aliman a ku îsal dîsa ji teref ÎTTÎHADUL ULEMAyê ve tê tertîpkirin dest pê kir. Mela Muhammed Beşîr Varolê ku beşdarî Hevdîtina Aliman a 6emîn bû derheqê ummeta Îslamê de nirxandinan kir û wiha got: “ Birayên hêja, mêvanên 'ezîz û seydayên mûhterem! Hûn tev bixêr hatine bernamame. Gelek em muteşekkir û dilşadin bi vê civîn û îştîraka we. Rebbê 'alemê xêra we mezinke. Û vê cehd û xîretê, beyhûde nebe û bike wesîle ji azadî û 'îzzeta milletê me û tevê ûmmeta Îslamê re. Bi vê mûnasebetê em zafera milletê Efxan û birayên xwe yên Taliban jî tebrîk û pîroz dikin. Xweda zafera wan daîm bigerîne. Û zeferke weha bike nasîbê me musulmanên mayin jî. Û dîsa bi vê munasebetê zulma kû Hindistan li birayên me yê musulman dike em tel’în dikin.  Xweda rojekî zûtir birayên me ji bin esaretê xelas bike, azad bike û wan li ser dijminên wan xalib bike. Birayên bi rûmet û seydayên bi hurmet! Me'lûmê we ye, weke kû Rebbê 'alemê di sûre yê والعصر de beyankirî, insan tev di xusranê de ne. Bilxasse halê milletê me û tevê ûmmeta Îslamê li ber çavan e.Ji vê nexweşiya xusranê re, gelek reçete hatibin nivîsîn jî feyde nedane, herkes li hêviya çare û reçeteke raste. Bes guman tine kû çare û reçeta tenê rast, reçeta Xaliqê 'aleman e. Her zeman feyde daye pêgirtiyê xwe.Ji ber vê heqîqetê em wê reçetê, tewsîye dikin li milletê xwe û tevê insaniyetê. Em bawerin vê  heqîqetê, milletê Afgan gehande vê zafera kufşe û pîroz. Aqûbet li serê me musulmanên mayin be jî.”(ÎLKHA)