HUDA PAR: Em ji gelê Efxanistanê û alema Îslamê re tazîyeyên xwe pêşkêş dikin.

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve ji bo wan kesên ku di êrîşên li Efxanistanê de li camîyan hatin kirin de canê xwe ji dest dan peyama tazîyeyê hat weşandin.

Ekleme: 16.10.2021 11:35:10 / Güncelleme: 16.10.2021 11:35:10 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di peyama ku hat weşandin de hat destnîşankirin, li Efxanistanê di dema nimêja înê de êrîş li birayên me hat kirin û ew hatin qetilkirin ku ji ber vê yekê em ji gelê Efxanistanê û gelê Îslamê re tazîyeyên xwe pêşkêş dikin.”

Di berdewama peyamê de wisa hat gotin: “Di wextekî ku tê de pêdivîya Mislimanan gelek zêde bi yekîtî û wehdetê heye de ev êrîşa menfur hat lidarxistin da ku di nav Mislimanan de fitne derkeve. Di encama vê êrîşa menfur de birayên me hatin qetilkirin ku em ji Xweda ji bo yên qetilkirî rehmet û ji bo yên birîndar jî şifa teleb dikin.Ev êrîşên ku tên kirin berdewama projeya îfsadê ya Amerîkaya îşxalker in ku em ji ber van êrîşan bi fikar in.Em hêvî dikin ku rayedarên Efxanistanî tevdîrên pêwîst bistînin û pêşîya van êrîşan bigirin.”(ÎLKHA)