Mesrûr Barzanî û nûnera Neteweyên Yekbûyî li ser hilbijartinan axivîn

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî doh pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir.

Ekleme: 15.10.2021 09:45:27 / Güncelleme: 15.10.2021 09:45:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di civînê de li ser geşedanên herî dawî yên li Iraqê û proseya hilbijartinan a Parlamentoya Iraqê gotûbêj hat kirin û rola çavdêriya navdewletî û Neteweyên Yekbûyî di piştevanîkirina û serxistina proseya hilbijartinan de hat nirxandin.

Her du aliyan xwazyar bûn ku hikûmeta were ya Iraqê hikûmeteke giştgîr be û bêyî ciyawazî, xizmeta hemû pêkhate û welatiyên Iraqê bike.(ÎLKHA)