Li Nîjerê êrîş li mizgeftê hat kirin: 10 kes hatin qetilkirin

Li herêma Tîllaberê ji teref terosîstan ve êrîş li mizgeftê hat kirin, di êrîşê de herî kêm 10 kes canê xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 14.10.2021 16:35:32 / Güncelleme: 14.10.2021 16:35:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat ragihandin ku êrîş li gundê Abankor a di nav sînora Nîjer, Malî û Burkîna Fasoyê da ye pêk hat.
Hat destnîşan kirin ku wexta li nimêja serê sibê terorîstên ku bi motorbisiqletê hatine dora mizgeftê bi çekan êrîşî cemaata mizgeftê kirin.
Di encama êrîşê de 10 kes canê xwe ji dest dan, gelek mirov jî birîndar bûn.
Ji teref rayedaran ve hat destnîşankirin  dibe ku hijmara mirîyan zêdetir bibe.
Derheqê êrîşê de tehqîqat hatiye destpêkirin.  (ÎLKHA)