Li Nevşehîrê 2 otobûs qeza kirin: 44 kes birîndar bûn

Di encama qezaya ku li Nevşehîrê pêk hat de 39 heb jê xwendekar 44 kes birîndar bûn

Ekleme: 14.10.2021 10:45:26 / Güncelleme: 14.10.2021 10:45:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Otobûseke bi plaqa 50 AAJ 817 a ku navê şoforê wî nehat hînbûn û ber bi Nevşehîrê ve diçû, li derdora Gûmûşkentê kaşkerake bi plaqa 50 EP 100 ê xist.
Piştî vê qezayê otobûseke din a  bi plaqa 50 SP 031 jî ji bona ku tevlî qezayê nebe berê xwe guhart û di kêlîyê guhartinê de qulibî.
Kesên ku di qezayê de  birîndar bûn hatin rakirin nexwaşxaneya derdorê.

Walî Încî Sezer Becel birîndarên ku li nexwaşxanê ne zîyaret kir û derheqê rewşa wan de destnîşan kir, temamê birîndaran li ser pîyan hatin tedawîkirin û rewşa wan niha baş e. (ÎLKHA)



Etiketler: