Serokê Hareketa Goranê îstîfa kir

Hat ragihandin Omer Seyîd Elîyê Serokê Hareketa Goranê û Lijneya Birêveberîyê ya partîyê îstîfa kir.

Ekleme: 14.10.2021 09:35:25 / Güncelleme: 14.10.2021 09:35:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin piştî mexlûbîyeta ku di hilbijartinan derket holê ev îstîfa pêk hat û niha jî ew ê partî ji teref lijneya demkî ve bê îdarekirin.

Goran digel YNKê tifaq kiribû ketibû hilbijartinê ku di encama hilbijartinê de YNKê 15 parlementer derxistin û Goranê jî qet dernexistin.(ÎLKHA)