Wezîr Çavuşoglu: Rûsya û DYA ji êrîşên li Sûriyeyê berpirsyar in

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu got, "Di êrîşên dawîn de hem Rûsya hem jî DYA ji êrîşên li dijî sivîlên li vê herêmê û li dijî me berpirsyar in.

Ekleme: 13.10.2021 16:40:35 / Güncelleme: 13.10.2021 16:40:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Çavuşoglu di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ew her du dewlet berpirsiyar in; lewra ew di vî warî de soz dabûn. Çavuşoglu dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Tiştê ku divê bê kirin em dizanin. Em ê bi xwe hereket bikin  li çareya serê xwe mêze bikin.Ji bo herêmên ku lê êrîş tên kirin ji terorîstan bên paqijkirin em ê gavên pêwîst bavêjin.”(ÎLKHA)