Zemê ceryan û xazê xelkê aciz dike

Zemên dawî yên ku li ceryan û xazê hatin kirin tesîrî temamê xelkê kir ku gel ji ber vê yekê bertek nîşan da.

Ekleme: 13.10.2021 11:35:29 / Güncelleme: 13.10.2021 11:35:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

“Êdî em nikarin ji heqê zemên ceryanê derkevin”

Mirovan xeyn ji ber zemên ceryanê û erdgazê zemên ku li tiştên dinê re jî hatine aciz in.Oguz Satilmiş derheqê wan zemên ku hatin kirin de xeber da û di xeberdana xwe de weha got “ Heqê her tiştî zêde bûyê. Qewata me êdî ji tiştekî ra nemaye. Her meh ji ceryanê re zem tê kirin. Êdî em nikarin ji heqê zemên ceryanê derkevin. Ji ber zemên ku tên kirin em famkorî bûne û êdî tiştek bi serê me nakeve. Lazim e ku êdî ji wan zeman re çareserîyek bibînin. Ez anha bê karim, ji Senayîya Organîzê têm, çundin û hatina min herî kêm 50 TL ye. Ji bona ku ez ji xwe ra karekî bibînim rojê 50 TL xerc dikim. Wexta ku me digrin kar jî ji me raporan dixwazin. Ji wan raporan re jî 150-200 TL tê xerckirin. Em ê çi bikin? Fatora min a ceyranê ya dawîn 200 TL hatîye. Di mala min da xeyn ji sarincê tiştek nayê şixulandin, vê fatora ku hatîye çawa normal dibe. Fatora ceryana fabrîkatoran 1600-1700 TL tê. Yekî ku sarincek tenê dide şixulandin û fatora wî 200 TL tê wî ya normale anha? Em nikarin faturaya xwe bidin, deynên me tev dikevin li ser hev.”

“Daxwazîya me ye ku bila pêşîya van zeman were girtin”

Cemal Sînce jî derheqê zemên ceryanê û erdgazê de xeber da û weha got: “ Fatorê ku tên pir giranin. Qeweta xelqê qet tuneye ku wan fatora bidin. Fatora min a dawîn 210 TL hatîye. Em 2 mirov tenê ne û ji bona 2 mirovan  210 TL fatore qet ne normal e. Berê ji me ra 85-90 TL fatore dihat, me ji bo wê fatorê re jî zêde digot, lê 210 TL ji me re pir zêde ye. Ez mirovê teqewîdbûyî me, meaşa min 1840 TL ye. Ez ê bi vî meaşî kîja fatorê bidim û çi bistînim? Xwedê kir ku xanî ê min e ku ez di kirê de bûma  qet şensê min tunebû. Ez hê bi meaşê xwe yê teqewîdbûyî nagîjim malê. Em dixwazin ku bila ber van zema bigrin.”

“Em bi zorê fatorê xwe didin”

Derheqê wan fatorê dawîyê ku zêde tênê de Abdullah Beg  di daxuyanîya xwe de weha got. “ Fatora min a ceryanê vê mehê 205 TL hat. Ji ber çi vê fatora min ew qas hat û çawa hat min fehm nekir. Em li malê 3 mirov in, cilşokek û sarincek tenê dişxulînin. Wekî din tiştê ku bi ceryanê tê şixulandin ez naşxulînim. Fatore pir zêde tên, êdî van fatoreyan ji min re ecêb tên. Ez ji destheqê kêmtirîn piçekî zêdetir distînim. Meha dawîn ji meaşê min 300 TL bac jê hatiye birîn, kesê ku meaşê wî destheqê kêmtirîn ji wan bacê distinîn. Hûn çima ji kesên ku meaşê wî destheqê kêmtirîn jê bacê distînin? Hetanî ji me bacê distînin bila herin ji fabrîkatoran, ji doxtoran bac bistînin. Ew ji me zêdetir meaşê distînin. Ev tiştê ku tê kirin neheqî ye.”

“Van zeman pişta me şikand”

Welatîyê bi navê Cuma Kilinç  jî derbarê mijarê de destnîşan kir:“ Hema hema her meh ji ceryanê re zem tê. Em êdî ji van zeman aciz bûn,ji zeman bêzar bûn, em dibêjin ‘êdî bes e’. Ez mirovê teqawîdbûyî me, bi zorê fatorên xwe didim. Xwedê kir ku xanî xanîyê mine, ku ez kirêdar bûma min ê wan fatorayan çawa bida? Ji xwe kirê zêde bûne û xanîyê kirê jî bi zorê tê dîtin. Ji bona ku pêşîya van zeman were qutkirin birêveberîyek a baş lazim e. Lazim e ku pêşî ev rewş aqebûlkirin. Ekonomî îflas kirîye bila ev jî were qebûlkirin û paşê bi metodê zanyaran ev mesele bê safîkirin.” (ÎLKHA)