Mewlana Ebdulhemîd: Azadiya Mescîd-Eqsa encax bi teqwa, yekîtî û qenciyê dibe

Sempozyuma Navneteweyî ya Selaheddîn-î Eyyubî, ku îsal cara sêyemîn hat li dar xistin, li ser înternetê, ji aliyê Enstîtuya Selaheddîn-î Eyyubî ve hat lidarxistin.

Ekleme: 12.10.2021 14:35:27 / Güncelleme: 12.10.2021 14:35:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê Lijneya Ulemayên Belûcîstana Îranê Mewlana Ebdulhemîd di axaftina xwe ya li sempozyûmê de destnîşan kir ku teqwa, yekîtiya rasteqîn û emrê qenciyê û qedexekirina xirabiyan ji bo serketina misilmanan mijarên bingehîn in û got ku di nav civaka îslamî de  belavkirina van her sê hêmanan dê bibe wesîleya rizgarkirina Eqsayê.

“Sê mijarên girîng ên ji bo xelasiya Mescîdê Eqsa teqwa, yekîtî, fermankirina qencîyê û nehîykirina ji neqenciyê ye.”

Mewlana Ebdulhemîd  bi ayetên 102, 103, 104 û 105 a Sûreya Elî Îmran dest bi axavtina xwe kir û got:“Berî van ayetan , hat gotin ku hîle û xefikên Cihû û Xirîstiyanan Misilman ji rê derxistine. Di ayetan de, Xwedê sê mijarên sereke û girîng tîne bîra Misilmanan ku di jiyana wan a civakî û kesane de bicîh bikin da ku xwe ji xefikên dijmin biparêzin û bibin hêza mezin a cîhanê ye. Heya ku ev her sê tişt di jiyana ferdî û civakî ya misilmanan de cî negirin, yekîtiyek rastîn di nav misilmanan de çênabe û yekîtiya siyasî û zahirî ya ku di alema Îslamê de  bê nirx e dê nebe yekîtîya rasteqîn.”

“Ger Misliman yekîtiya xwe pêk bînin, Mescîd-Eqsa wê azad bibe"

Mevlana Abdulhamîd destnîşan kir ku divê misilman nekevin xefletê û wiha got:"Tevî ku, li gorî Sunneta Xwedê, serwerên zalim dê nikaribin Qabê biqelibînin, dîrok şahid e ku dema ku Misilman ketine xefletê û ji dînê Xwedê dûr ketine, serdestên zalim li ser Beytul Muqaddesê serdest bûn. Beytul Muqaddes ji hêla xaçparêzan ve hate dagir kirin, lê belê ew bi saya Sultan Selaheddîn azadiya xwe bi dest xist. Lêbelê, ji ber belavbûna gunehan a di nav misilmanan de, vê carê Mescîd-Eqsa ji aliyê Cihûyan ve hat dagir kirin. "

Mewlana Ebdulhemîd di berdewama axavtina xwe de ayeta "Hêvî heye ku Rebbê te li te were rehmê. Ger tu dîsa vegerî halê berê, em ê jî vegerin (cezayê). Me dojeh ji bo kafiran kir zîndan." di bîran xist û  got: "Ger Misilman serî li kitêba Xwedê bidin, ger wan sê tiştên ku me di jiyana xwe de behs kirin têxin nav xwe û ger ew dev ji gunehkariyê berdin, mafên mirovan nexwin û mafên Xwedê  biparêzin, wê hingê ew ê teqez Mescîdê azad bikin.”

"Divê alim û mutefekkîrên îslamî bibin wesîleya şiyarbûna misilmanan”

Mewlana Ebdulhemîd bi bîr xist ku peyama Beytul Muqaddes ji misilmanan re tobe ye, îhyakirina şerîatê, kirina nimêjê û dayîna zekatê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Wezîfeya alim û mutefekkîrên îslamî bibin wesîleya şiyarbûna misilmanan.Ger alim û dawetvan di şiyarbûna îslamî ya li cîhana îslamî de bibin alîkar û misilman li dora teqwayê bicivînin, xwe bi kitêba Xwedê ve bigrin û ji fitneyê dûr bikevin, fermana qenciyê bikin û gel ji xerabiyê  dûr bikin, ew ê alîkariya Xwedê  bi misilman re be û ew ê  Mescîd-Eqsa rizgar bikin ku ew ê  bi vî awayî nifşek bi îman û xîretkêş dê mezin bibe.”(ÎLKHA)