Borell: Îsal li Efxenîstanê ji ber serma û birçîbûnê dibe ku mîlyonek zarok bimrin

Temsîlcîyê Bilind ê Polîtîqaya Ewlehî û Pêwendîya Derva yê Yekîtîya Ewropayê Josep Borell derheqê qeyrana însanî ya li Efxanistanê de hişyarî li cîhanê kir

Ekleme: 12.10.2021 12:20:32 / Güncelleme: 12.10.2021 12:20:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Borell di daxuyanîya xwe ya ku di kombûna Temsîlkarîya  Bilind a Polîtîqaya Ewlehî û Pêwendîyê ya Derveya Yekîtîya Ewropayê de belav kir de wisa got: “Li Efxenîstanê rewşa mirovahî û sosyoekonomîk  ber bi hilweşînê ve diçe. Lazim e ji bo wan em tiştina bikin. Li gorî Meclîsa Penaber a Norveçê, herî kêm milyonek zarok ku alîkarîyên lazim ji wan re neyê kirin di vê zivistanê de ji birçîna an jî ji sermayê dibe ku bimrin. Em nikarin bisekinin û bibînin, lazim e ku em ji wan re bibin alîkar.”

Borell li axavtina xwe wisa zêde kir, alîkarîyên ku dê bên şandin ew ê ji ser hikûmeta Efxanistanê neyên şandin, ew ê ji bi navbeynkarîya “terefên pir  bişirîk” bên şandin.(ÎLKHA)