Li Meksîkayê koma çeteyan pev çûn: 20 kes mirin

Li bajarê Chihuahua li bakurê welat di pevçûna navbera çeteyan de herî kêm 20 kes hatin kuştin.

Ekleme: 12.10.2021 10:05:29 / Güncelleme: 12.10.2021 10:05:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat diyarkirin ku komên sûcên organîze yên hevrik bi çekên giran pevçûn û di dawiya pevçûna ku bi saetan dom kir de bi dehan çete birîndar bûn. Rêxistina sûcdar a herî bihêz a Meksîkayê, Jalisco,  ji bo kontrolkirina herêmê bi kartelê Sinaloa û komên din re şer dike.

Ji sala 2006an vir ve di encama şer û pevçûnên ku di navbera çeteyan de derdikevin de heta niha zêdetirî 300 hezar kes mirin. (ÎLKHA)