Ji ber hişkesalîyê fîyetê birinca Qerejdaxê zêde bû

Paleyîya birincê ya ku li herêmê xelk pê îdareya xwe dike qdest pê kir, lê belê îsal ji ber ku baran hindik barîya û hişkesalî li herêmê hakim e heqê birincê 2 qet zêde bû ku bi vê yekê cotkar kêfxweş in.

Ekleme: 11.10.2021 16:25:27 / Güncelleme: 11.10.2021 16:25:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Birinca Qerejdaxê bi rengê xwe, bi te’ma xwe, bi lezeta xwe, bi hindikbûna şekir û zêdebûna vîtamîna xwe li herêmê ji bo cotkaran wesîleya debar û îdareya malê ye. Cotkarên gundê Qubika navçeya Çinara Dîyarbekir, ji bona heqê ked û şuxla xwe bigrin dest bi paleyîya birincê kirin.

Birinca ku çandina wê gelekî zor û zehmet e ji bo bê çandin pêdivî bi ava zêde heye ku îsal ji ber ku baran hindik barîya û hişkselî li herêmê hakim e gelek cotkar li herêmê birinc nedanîn.Ên ku birinc çandin jî birincên xwe bi ava sondajê av didin. Lê belê ji ber ku him îsal birinc hindik hatiye çandin û him jî ji ber ku mesrefên birincê zêde bûye îsal heqê brincê 2 qet zêde bû.

 “Birinca 25 kîlo ya ku sala borî bi 135 Tyan dihat firotin îsal 340-350 TLyan dê bê firotin”

Cotkar Mustafa Akbaş derbarê mijarê de destnîşan kir, par torba birincê 135 TL bû, lê îsal torbekî birinc  340-350 TL ye û bi ihtimal e dibe ku fîyet zêde jî bibin.Akbaş dû re wiha got: “Her sal birinca Qerejdaxê tê çandin,  lê heta îro danasîna birinca Qerejdaxê baş nehatiye kirin. Cudahîya birinca Qerejdaxê ku ji birincên dinê kêm xweyîya wî ye, vîtamîn û mîneralên wî jî ji birincên dinê zêdetir e. Li Qerejdaxê tiştê ku herî navndar e birinc e. Fabrîka û kesên ku birincê dajon îsal dest bi danasîya wî kirine.”

 “Qezenca ku dikeve destê me ji sedî 80ê em didin fatora elektrîkê”

Akbaş di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir, zehmetîyeke  dinç jî ji ber ziwayîyê bendav jî valan e, mehsûl gora par îsal kêm e. Akbaş dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hindikbûna mehsûlê li fîyetan jî tesîr dike. Wexta me mahsûlê derdixist di serî de bi 300 TLyî bû lê anha 340-350 TL ye û wisa xuya dike ku ew ê zêdetir bibe. Fîyetên her tiştî zêde bûye, tesîra wan tiştan jî li ser heye, mîsal bîçer donimekî erdê çandî bi 100 TLyan diçine û elektrîk par bi 100 hezar TL bû lê îsal elektrîka ku me par xerc dikir derketiye 137 hezar tlyî. Dema ev mesref tên topkirin heqîqeten jî bar giran dibe. Îro mirov ji torbekî birinc re 340-350 TL bi zorê didin. Malbatên feqîr û mixtac halê wan dijwartir e. Sebeba vîya jî zêdebûna mesrefan e. Di vê rewşê de ez bang li rayedaran dikim; li kesên cotkar û kesên bi zireatê re mijûl dibin re alîkarîyê bikin.”
Cotkarê bi navê Welî Kilinç jî bang li rayedaran kir û got: “Cotkaran xeyn ji hişkesalîyê di warê elektrîk,mazot û gubreê de jî zehmetîyê dikşînin ku em teleb dikin dewlet ji me re bibe alîkar.”(ÎLKHA)