Talîban bi şandeya Amerîkî re civiya

Hikûmeta nû ya ku ji hêla Talîbanê ve li Efganistanê hatî damezrandin bi şandeya Amerîkî re li Dohaya paytexta Qatarê, civiya.

Ekleme: 10.10.2021 09:30:32 / Güncelleme: 10.10.2021 09:30:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîrê Karên Derve yê Efxanîstanê Emîrxan Muttaqî diyar kir ku di hevdîtinê de "vekirina rûpeleke nû" di têkiliyên dualî de hatiye nîqaşkirin. Muttaqî her wiha got ku rayedarên Talîban ji alîyê Amerîkî xwestin ku qedexeya li ser hebûnên sekinandî yên li Bankaya Navendî ya Efxanî rake.

Heyeta Talîbanê her wiha ji aliyê DYê xwest ku rêzê li serweriya qada hewayî ya Efxanîstanê bigire û destwerdana karên wan neke.

Li gorî Muttaqî, heyeta Talîbanê wê di rojên pêş de bi nûnerên Yekîtiya Ewropayê re bicive û geşedanên dawî gotûbêj bike. (ÎLKHA)