Molla Zekî Bîlgînê ji rîspîyên Êlihê rehmet kir

Yek ji rîspî û zanyarên naskirî yên Êlihê, Molla Zekî Bîlgîn, di encama krîza dil de rehmet kir.

Ekleme: 09.10.2021 12:20:30 / Güncelleme: 09.10.2021 12:20:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Seyda Molla Zekî Bîlgîn doh êvarê di encama krîza dil de li mala xwe ya ku lê dijiya rehmet kir. Cenazeyê Bîlgîn, li goristana Tilmercê hat veşartin. Tazîyeya Molla Bîlgîn li Mala Taziyeyê ya Mizgefta Aksaya li taxa Fatîhê tên qebûlkirin.

Nûçeya wefata Molla Zekî Bîlgînê ku jiyana xwe da xizmetên Îslamî, li bajêr bû sedema xemgînîyeke mezin. (ÎLKHA)