Li Kongoyê keştî noqî avê bû: Zêdetirî 50 kes mirin

Di encama binavbûna bota li Kongoyê de zêdetirî 50 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ekleme: 09.10.2021 12:09:54 / Güncelleme: 09.10.2021 12:09:54 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat diyarkirin ku keştiya ku zêdeyî 100 kes tê de bûn li bakurê rojavayê Kongoyê di Çemê Kongoyê de noqî avê bû.

Berdevkê eyaleta Mongala Nestor Magbado diyar kir ku di bûyerê de heta niha 51 cenaze hatine dîtin, 69 kes jî winda ne. Magbado anî ziman ku 39 kes bi saxî hatine rizgarkirin.

Rayedarên herêmî ji bo bîranîna kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan sê rojan şîn îlan kirin.(ÎLKHA)