DAIŞê berpirsiyariya êrîşa mizgeftê ya li Afganistanê girt ser xwe

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, DAIŞê berpirsatiya êrişa bombeyî ya li dijî mizgefteke li parêzgeha Kunduza Efxanistanê girt ser xwe, ku di encama êrîşê de ê de 46 kes mirin û 143 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 09.10.2021 11:35:33 / Güncelleme: 09.10.2021 11:35:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berdevkê Talîbanê Zabîhûllah Mucahîd diyar kir ku di dema nimêja înê de li dijî mizgefta navçeya Seyîd Abada li Kunduzê êrîşa bombeyî pêk hatiye.

Mucahîd diyar kir ku di êrîşê da mirî û birîndar hene, Mucahid got ku hêzên Talîbanê xwe gihandin herêmê û derbarê êrîşê da lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)