48 koçber hatin rizgarkirin

48 koçberên ku di behrê de mahsûr mabûn di encama xebata ku hat kirin de hatin rizgarkirin.

Ekleme: 09.10.2021 11:20:34 / Güncelleme: 09.10.2021 11:20:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Fermandarîya Ewlehîya Beravê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama xebatên ku hatin kirin de li navçeyên Marmarîs û Bodruma Muxlayê 48  koçberên ku ji teref hêzên Yunanistanê ve hatibûn vegerandin hêla Tirkîyeyê û di behrê de mahsûr mabûn hatin rizgarkirin.(ÎLKHA)