Li Çemçemalê şewat: 2 jê zarok 5 kes canê xwe ji dest dan

Di encama şewata ku li navçeya Çemçemala Silêmanîyê di malekê de derket de tevde 5 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 06.10.2021 11:40:32 / Güncelleme: 06.10.2021 11:40:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li navçeya Çemçemala Silêmanîyê ji ber tupa mitbaxê di malekê de şewat derket. Di encama şewata ku derket de 2 jê zarok, 2 jê pîrek tevde 5 kes canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê. Tê diyarkirin şewat ji ber tupa xazê derketiye û derheqê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)