Li Muglayê şewata daristanê hat kontrolkirin

Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirli ragihand ku şewata daristanê ya li navçeya Dalamana Muglayê bi şev hatiye kontrolkirin.

Ekleme: 06.10.2021 11:15:31 / Güncelleme: 06.10.2021 11:15:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

3 firoke, 14 helîkopter, 4 dozer û 32 sprejker ji bo tefandina şewata daristanê ya ku di seat 00:15an de li Sırmadereya Dalaman derket xebitîn.

 Wezîr Pakdemirli li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku şewata li Sırmadereya Dalamanê ku bi şev dest pê kir, hat kontrolkirin. Pakdemîrlî diyar kir ku li herêmê xebatên sarkirinê dewam dikin. (ÎLKHA)



Etiketler: