Li Herêma Kurdistanê 13 kes ji Coronavîrusê mirin û 1049 kes bi Coronayê ketin

Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Ekleme: 04.10.2021 18:09:58 / Güncelleme: 04.10.2021 18:09:58 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de  derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de  bi 1049  kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 13 kes ji  ber Coronavîrusê mirin. Bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku mirin derket 5937 kesan; her wisa bi pêketina 1049 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 336 hezar kesan.(ÎLKHA)