Li Herêma Kurdistanê 13 kes ji Coronavîrusê mirin û 1532 kes bi Coronayê ketin

Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Ekleme: 04.10.2021 09:20:28 / Güncelleme: 04.10.2021 09:20:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de  derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de  bi 1532  kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 13 kes ji  ber Coronavîrusê mirin. Bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku mirin derket 5924 kesan; her wisa bi pêketina 1532 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 335 hezar kesan.(ÎLKHA)