Siyonistên îşxalker 2 Filistînîyan şehîd kirin

Hat ragihandin li Şerîaya Rojava û Qudsê siyonistên terorîst û îşxalker yek jê pîrek 2 kesên Filistînî şehîd kirin.

Ekleme: 30.09.2021 14:15:30 / Güncelleme: 30.09.2021 14:15:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin siyonistên terorîst ên ku cil û bergên ereban li xwe kiribûn vê şeveqê  li herêma Cenînê di ser mala Mahmud Ez-Zerê ku endamên HAMASê bû de girtin. Di serdegirtina ku hat kirin de siyonistan xwestin ku endamên malbatê êsîr bistînin, lê malbat li ber xwe da.

Siyonistên terorîst bi çekan êrîş birin li ser malbata ku li ber xwe da kirin û xortê bi navê Ala Nasır Zeyyud şehîd kirin.

Tê diyarkirin li nêzî Derîyê Sîlsîleya Mescîda Eqsayê jî siyonistan êrîş birin li ser pîreka bi navê Îsra Huzeyme û ew şehîd kirin.(ÎLKHA)