Ew ê Sempozyuma 3yemîn a Navneteweyî ya Selahaddîn Eyyûbî bê tertîpkirin

Hat ragihandin ew ê Enstîtuya Selahaddîn Eyyûbî ji Sempozyuma 3yemîn a Navneteweyî ya Selahaddîn Eyyûbî re mazûvantîyê bike.

Ekleme: 29.09.2021 14:35:29 / Güncelleme: 29.09.2021 14:35:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Enstîtuya Selahaddîn Eyyûbî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin,  Xalid Meşalê mesûlê derveyî welêt ê HAMASê, Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Alimên Misliman ê Cîhanê Alî Muhyîddîn Qeredaxî û gelek alimên din ên ji erdnigarîya Îslamê beşdarî sempozyumê bibin.

Ew ê di sempozyumê de ji bona civaka Îslamê ji bo azadî û rizgarîya Qudsê rabe li ser pîyan wê derheqê Fatîhê Qudsê û Fermandarê Îslamê Selahaddîn Eyyûbî  de pêşkêşî bên kirin.

Sempozyum dê roja şemîyê di seat 14.00an de onlîne bê kirin.(ÎLKHA)