Derbarê mijarê de ji teref Enstîtuya Selahaddîn Eyyûbî ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, Xalid Meşalê mesûlê derveyî welêt ê HAMASê, Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Alimên Misliman ê Cîhanê Alî Muhyîddîn Qeredaxî û gelek alimên din ên ji erdnigarîya Îslamê beşdarî sempozyumê bibin.
Ew ê di sempozyumê de ji bona civaka Îslamê ji bo azadî û rizgarîya Qudsê rabe li ser pîyan wê derheqê Fatîhê Qudsê û Fermandarê Îslamê Selahaddîn Eyyûbî de pêşkêşî bên kirin.
Sempozyum dê roja şemîyê di seat 14.00an de onlîne bê kirin.(ÎLKHA)