Xalid Meşal banga bihêzkirina berxwedana gel a li Şerîaya Rojava kir

Mesûlê Derveyî Welêt ê HAMASê Xalid Meşal di bangewazîya ku kir de bang li gelê Filistînê kir û ji gel daxwaz kir ku ji berxwedana li Şerîaya Rojava re destekeke zêdetir bê dayîn.

Ekleme: 28.09.2021 11:45:32 / Güncelleme: 28.09.2021 11:45:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Meşal, telefonî malbatê 5 xortên ku li Quds û Cenînê di êrîşa siyonistan de şehîd ketibûn kir.

Meşal li ser telefonê bi malbatê Ahmed Zehran, Zekerîyya Bedvan û Mahmud Humeydanê ku malbatên wan li Qudsê dimînin û bi malbatên Ûsame û Yusuf Subhîyê ku li Cenînê dimînin, peyivî û weha got: HAMAS, bi şehîdan û bi berxwedana ku li dijî rejîma îşxalê tê nîşandan şanaz û serbilind e.

Meşal di berdewama hevdîtina ku bi malbatan re kir de  diyar kir: “Ji bo dawî li îşxalê bê anîn û ji bo îşxalker ji Filistînê bên derxistin bes rêyeke tenê heye ku ew jî berxwedan e. Em dixwazin ku xelkên me li her cîhê Filîstînê beşdarî berxwedanê bibin û lê xwedî derkevin.”(ÎLKHA)