Ji teref Serokayetiya Herêma Kurdistanê ve derheqê civîna ku li Hewlêrê hat lidarxistin de daxuyanî

Serokatîya Herêma Kurdistanê derheqê civîna ku tê îddîakirin ji teref eşîrên ereban ve ji bo asayîbûna bi siyonistan re hatiye lidarxistin de daxuyanîyek hat belavkirin.

Ekleme: 26.09.2021 11:09:21 / Güncelleme: 26.09.2021 11:09:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

“Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi tu awayekê agahdarî civînê û naveroka babetên wê nebû”

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin,  em derbarê civîna ku doh înî 24.09.2021 bi navê (Elselam Walastrdad) li Hewlêrê hatibû encamdan û karvedana wê civînê de, radigihînîn ku Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi tu awayekê agahdarî civînê û naveroka babetên wê nebû û dû re wiah li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Ewê li civînê de derketiye, bi tu awayekê nêrîn û siyaset û helwesta Herêma Kurdistanî nîne.Dûpat dikîn ku her behs û helwest û ber bi peywendî bi siyaseta derve ve hebê, li gor destûr desthilata Hikûmeta Federaliye û Herêma Kurdistanê li vî derbarî de bi tevahî pêgirî siyaseta derveya Iraqe.Daxwaz ji hemû aliyan û hêzên Iraqî dikîn babetê aramtir werbigrin û em hemû çaverêya encama lêkolînê bîn ku ji aliyê Wezareta Navxweya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve birêve diçê.”(ÎLKHA)