Barzanî: Referandom serkeftineke mezin û dîrokî bû

Serokê berê yê Herêma Kurdsitanê Mesûd Barzanî bi helkefta çaremîn salvegera referandoma serxwebûna Kurdistanê peyamek belav kir.

Ekleme: 26.09.2021 10:45:29 / Güncelleme: 26.09.2021 10:45:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Doh çaremîn salvegera referandoma serxwebûna Kurdistanê bû. Serokê berê yê Herêma Kurdsitanê Mesûd Barzanî bi vê helkeftê peyamek belav kir. Peyama wî wiha ye:

“%93 dengên “erê” yên xelkê Kurdistanê di referandomê de serkeftineka mezin û dîrokî bû. Di salvegera wê serkeftina mezin de pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê dikim û destxoşiyê jî Ii wan qehremanan dikim ku xwe neçemandin. Ez çavên wam maç dikim.”(ÎLKHA)