PKKyî li Qamişloyê êrîş birin li ser xwepêşandêran

Ji ber banga ENKSê li bajarên Kurdistana Rojava xwepêşan hatin lidarxistin PKK/PYD hat protestokirin.

Ekleme: 25.09.2021 08:30:28 / Güncelleme: 25.09.2021 08:30:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berî vê çendakî li Kurdistana Rojava ya ku di bin kontrola PKK/PYDê de ye bac û heqê kelûpelan hatibû zêdekirin ku ev yek di nav Kurdan bû sedema nerazîbûnan ku ji ber vê yekê ENKSê banga xwepêşan û protestoyan kiribû ku doh ji ber vê yekê gelê Kurd daket kolanan û xwepêşan li dar xist.

PKKyî li Qamişloyê êrîş bir li ser xwepêşandêrên xwe daketibûn kolanan. Di encama êrîşa ku hat kirin de gelek welatî birîndar bûn.

Rayedarên ENKSê banga berdewamkirina xwepêşanan kirin û daxwaz ji gel kirin da ku beşdarî xwepêaşnan bibin û li mafê xwe bigerin.(ÎLKHA)