Li Şehbayê teqîn: Zarokek mir û 3 zarok jî birîndar bûn.

Di encama teqîna ku li herêma Şehbaya Kurdistana Rojava pêk hat de zarokekî Efrînî yê 8 salî canê xwe ji dest da û 3 zarok jî birîndar bûn.

Ekleme: 23.09.2021 14:40:25 / Güncelleme: 23.09.2021 14:40:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ve hatiye belavkirin, dema 4 zarokên bi navê Rolav Muhammed Alî, Îsmet Teter, Muhammed Teter û Zahir Teter di nav erdekî de ji xwe re dilîstin li rasta teqemenîyekê  hatin û pê lîstin ku di wê kêlîyê de teqemenî di destên wan de teqîya.

Di encama teqînê de zarokê bi navê Rolav Muhammed Alîyê 8 salî canê xwe ji dest da û 3 zarok jî birîndar bûn.(ÎLKHA)