ENKS li Kurdistana Rojava biryara xwepêşanan da

Hat hînbûn ENKS ji ber bûhakirina heqê mazotê biryara xwepêşanan da.

Ekleme: 23.09.2021 14:35:27 / Güncelleme: 23.09.2021 14:35:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir û derbarê mijarê de nerazîbûna xwe anî zimên û daxwaza betalkirina bûhaya mazotê kir.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin,  ew wek ENKSê bûhaya li li mazotê û li kelûpelên din bi şikleke dizî hatine kirin qebûl nakin û heta ku bên betalkirin ew ê xwepêşanan li dar bixin.(ÎLKHA)