Kamyona ku ka barkirî bû şewitî

Li navçeya Sêwereka Rihayê kamyona ka barkirî ji ber sedemeke ku nayê zanîn şewitî.

22.09.2021 10:20:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li ser 15emîn kîlometreya rêbeja Sêwerek-Rihayê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin kamyona ka barkirî ya bi plaqeya 63 AAP 941 a ku ajokarê wê kesê bi navê R.G. bû   ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn ji nişka ve şewitî.

Ekîbên îtfaîyê yên ku hatin cihê bûyerê şewatê tefandin û derbarê mijarê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)