HUDA PARê derheqê rojeva hundir de daxuyanîya da

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derheqê şewitandina şafqeyên ku logoyên Kurdistanê li ser wan bûn û ji bo hilbijartinên li Iraqê dihatin amadekirin û derheqê mamosteyên ku li benda tayînê ne de nirxandin hatin kirin.

Ekleme: 21.09.2021 15:55:09 / Güncelleme: 21.09.2021 15:55:09 / Xeberen Kurdi
Destek için 

“Şafqeyên ku logoya Kurdistanê li ser wan bû û ji bo hilbijartinan dihatin amadekirin hatin şewitandin ku ev yek ne ya qebûlkirinê ye”

Di destpêka daxuyanîyê de di bîran hat xistin ku li navçeya Şalpazariya Trabzonê Serokê Şaredarîya Şalpazari û ekîbên şaredarîyê di ser kargehekê de girtin û di nîvê kolanê de şafqeyên ku logoya Kurdistanê li ser wan bû û ji bo hilbijartinan dihatin amadekirin şewitandin. Dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Kêlîya şewitandina van şafqeyan li ser medyaya civakî jî hatin belavkirin. Berî niha jî êrîşên nîjadperestî li welatîyên ku ji Kurdistana Iraqê hatibûn herêmê hatibûn kirin. Lê weke ku tê zanîn Birêveberîya Herêma Kurdistanê ji teref makeqanûna Iraqê ve hatiye nasîn, di qada navneteweyî de têt nasîn û bi Tirkîyeyê re peymaneke 50 salane îmze kiriye.Xulase birêveberîya Kurdistanê birêveberîyeke meşrû ye. Kesên ku vê êrîşê li dar xistine divê zanibin ku ew zirara herî mezin didin vî welatî. Ew hedîseya ku li navçeya Şalpazariyê pêk hatiye jî bes kêrî wan kesên ku dixwazin li welêt alozî û gengeşî derkeve, tê. Ji çalakîyên bi vî awayî  yên ku di hedefa wan de Kurd hene re hêj rayedar bêdeng dimînin ku ev yek wan kesên êrîşkar wêrektir dike û ev yek ji bo bûyerên xeternak ên girseyî re bingehê amade dike. Ji bo li welêt hiqûqa biratîyê bê parastin, çalakîyên bi vî awayî bê ceza nemînin û demildest divê derheqê wan de lêpirsîn bê destpêkirin û ew kes bên muhakemekirin.”

“700 hezar mamoste li benda tayînê ne”

Di berdewama daxuyanîyê de bal hatin kişandin li ser mamosteyên ku li benda tayînê ne û dû re wiha hat gotin: “Ji bo kêmasîya mamosteyan a li mekteban bê safîkirin lazim e ku 100 hezar mamoste bên tayînkirin. Li gorî sendîqayan 700 hezar mamoste li benda tayînê ne. Dema ku ev reqem li darî çavan bê girtin û ew 15 hezar tayînên ku tên kirin ne tu tiştek e.”(ÎLKHA)