​Salih Çelîkê Mislimanê fedakar û xizmetkarê Îslamê di salvegera wefata xwe de hat bîranîn

Salîh Çelîkê ku temamê emrê xwe ji Îslamê re feda kir û her tim ji Îslamê re xizmet kir di salvegera duyemîn a wefata xwe de bi rehmet û minnet hat yadkirin.

Ekleme: 21.09.2021 14:40:33 / Güncelleme: 21.09.2021 14:40:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Salih Çelîkê ku berî vê 2 salan çû rehma Xwedê di salên 90î de li rasta zilma 28ê Sibatê û FETO hat. Gelek îşkenceyên giran û dijwar li Çelîkê ku ji ber xizmetên xwe yên Îslamî hat binçavkirin, hatin kirin û ji ber van îşkenceyan bi êşa qanserê ket û berî vê du salan çû rehma Xwedê.

Ji bo Çelîkê ku emrê xwe ji Îslamê feda kir bernameya bîranînê hat tertîpkirin.

Di merasîma ku hat kirin re Mela Mûnîr Şanliyê hevaldozê rehmetî derbarê fedakarî û mêrxasîya rehmetî de axavtinek kir.

Şanli di destpêka axavtina xwe de destnîşan kir, ew berî 25 salan hev nas kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji bo doza Xwedê çi wesf û başî divê bi Mislimanekî re hebit tev bi birayê me Salih re hebû. Kekê me Salih ji pêşîvanên vê dozê bû. Di wan salan de ji wan re digotin hûn çend kes in ku vî barê giran dikarin rakin ku ji ber vê yekê ecr û mukafata kesên pêşîvan zêdetir e. Wî çaxî kesê ku îmana wî zeîf bû gavên xwe di paş de davêtin û sist dibin. Lê belê kekê me Salih qet bi paşve gav navêt û hevalên xwe tenê nehişt.”

“Ew pir zêde kanaatkar bû”

Şanli di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir, kekê me Salih di heyama ku PKKê êrîşî Mislimanan  dikir de her tim li pêş bû û dû re wiha li axavtina xwe kir: “Ew li dijî ambargo û zextên ku dihatin ku bi sebr û semax  bû. Her wisa ew pir zêde kanaatkar bû. Di wan rojên zor û zehmet de her tim rûken û sebir bû û me tesellî dikir.Ev birayê me di wan heyamên zor û zehmet de mecbûr ma ku hicret bike û bû muhacir. Dû re jî çend salan di hepsê de ma û herî dawî jî ji ber nexweşîya malûm rehmet kir.”

“Ew li ser soza xwe sekinî û bû hevalê şehîdan”

Şanli di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir, Pêxemberê me dibêje kesê ku ji dil û can şehadetê bixwaze ger di nav cihên xwe de jî rehmet bike Xweda wî digihijîne mertebeya şehîdan. Şanli dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Em hêvî dikin ku em jî gihiştibe mertebeya şehîdan. Xweda di ayeta kerîm de dibêje ‘Di nav Mislimanan  de Mu’minên wisa hene ku li ser soza ku dabûn sekinîn û bedel dan û hinek ji wan jî li bendewar in. Ew kes tu wextî soza xwe negihartine.’ Kekê me Salih jî li ser soza xwe sekinî û bû hevalê şehîdan.”

Salih Çelîk kî ye?

Ji endamên bijarte yên Cemaata Hîzbûllah, Salih Çelîkê ku temamê emrê xwe ji doza Îslamê feda kiribû di salvegera wefata xwe de hat bîranîn, hevaldozên wî yên ku derheqê wî de axivîn destnîşan kirin, ew her tim hewl dida ku izzeta Îslamê muhafeze bike.

Merhûm Salih Çelîkê ku ji di salên 90î de ji ber xizmetên xwe yên Îslamê li rasta zilm û zordarîya 28ê Sibatê û daraza FETO hat bi şikleke bêhihûq hat binçavkirin û bi mehan îşkence lê hatin kirin. Ji ber van îşkenceyên giran ên ku hatin kirin Merhûm Salih Çelîk bi nexweşîya qansera girçik û kezeba reş ket.

Çelîkê ku bi salan tedawîya qanserê dît di 20ê Îlona 2019an de di seat 17.00an de li nexweşxaneya ku lê tedawî didît çû rehma Xwedê.Çelîkê ku gihaşt Rebbê xwe ji ber wesîyeta wî ya ku dabû li Goristana Sûsayê hat definkirin.(ÎLKHA)