Li Herêma Kurdistanê 17 kes ji Coronavîrusê mirin û 1253 kes bi Coronayê ketin

Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Ekleme: 20.09.2021 13:20:34 / Güncelleme: 20.09.2021 13:20:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de  derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de  bi 1253  kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 17 kes ji  ber Coronavîrusê mirin. Bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku mirin derket 5712 kesan; her wisa bi pêketina 1253 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 318 hezar kesan.(ÎLKHA)