Barzanî pêşwaziya Balyozê Hîndîstanê li Iraqê kir

Serokê PDKê Mesûd Barzanî li Selahaddînê pêşwaziya Prashant Pise Balyozê Hîndîstanê li Iraqê kir.

Ekleme: 20.09.2021 09:55:28 / Güncelleme: 20.09.2021 09:55:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di hevdîtinê de Subhash Chandra Kain Konsolê Hîndîstanê li Hewlêr amade bû, Balyozê Hîndîstanê li Iraqê ji bilî tekezkirina li daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê xwazyarê ewe bû ku peywendiyên di navbera Hîndîstan û Herêma Kurdistanê li warê akademî û pizîşkî û aborî de zêdetir bê berfireh kirin.

Her li vê civînê de ronahî xiste li ser pêşhatên dawî yên siyasî yên navçeyê û gefa terorê li ser asayîşa navçeyê û cîhanê û tekez li wê yekê kirin ku rûbirûbûna terorê hewleke cîhanî û hemû aliyane pêwîste.

Hilbijartinên paşerojê ya Encûmena Nûnerên Iraqê mijareke dinê vê civînê bû, her du alî hêvî xwestin hilbijartina heyva cotmehê ya 2021 bibê sedema guhertinên erênî û pêkanîna daxwazên xelkê.(ÎLKHA)