Li Konyayê otobusa rêwîyan qeza kir: 14 birîndar

Hat ragihandin di encama qezaya ku li Konyayê pêk hat de 14 kes birîndar bûn.

Ekleme: 20.09.2021 09:15:30 / Güncelleme: 20.09.2021 09:15:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li 22emîn kîlometreya rêbeja Konya-Edenê pêk hat. Li  gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa rêwîyan a ku ji Bîngolê ber bi Îzmîrê ve diçû ji ber ku ajokar hakimîyeta dîreksîyonê winda kir ji rê derket û qulibî.

Di encama qezaya ku pêk hat de 14 kes birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexwşexanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)