Li Avustralyayê dijberên karantînayê daketin kolanan: Zêdetirî 260 kes hatin binçavkirin

Li bajarên Sîdney û Melbourneya Avustralyayê kesên ku ji karantînaya coronavîrusê nerazî bûn daketin kolanan û xwepêşan li dar xistin.

Ekleme: 18.09.2021 14:50:30 / Güncelleme: 18.09.2021 14:50:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bi sedan kesên ku daketin kolanan qerarên ku di bergeha tevdîrên coronavîrusê de hatine dayîn protesto kirin. Polêsan bi şikleke tund û dijwar midaxeleyî xwepêşandêran kirin.

Di encama midaxeleya ku hat kirin de zêdetirî 260 kes hatin binçavkirin û ji 200 kesî re cezaya pereyan hat birîn.(ÎLKHA)