Li Îzmîr û Balikesîrê 59 koçber hatin xelaskirin

Hat ragihandin di encama operasyonên ku hatin kirin de li Îzmîr û Balikesîrê 59 koçber hatin xelaskirin.

Ekleme: 18.09.2021 10:55:16 / Güncelleme: 18.09.2021 10:55:16 / Xeberen Kurdi / Balıkesir Haberleri
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Fermandarîya Ewlehîyê ya Beravê ya Tirkîyeyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, li navçeyên Dîkîlî û Çeşmeya Îzmîrê 34 koçber û li navçeya Ayvalika Balikesîrê jî 25 koçber hatin xelaskirin.(ÎLKHA)