Amerîkaya îşxalker qetilkirina 10 kesên sîwîl a li Efxanistanê îtîraf kir

Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê Orgeneral Kenneth McKenzie derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Ekleme: 18.09.2021 10:35:29 / Güncelleme: 18.09.2021 10:35:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

McKenzie di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, di êrîşa ku di 29ê Tebaxê de li Kabîlê hat kirin de 10 kesên ku hatin kuştin kesên sîwîl bûn ku ew ji ber vê yekê lêborîna xwe dixwaze.

Çi Bûbû?

Dema ku dîrok 29ê Tebaxê nîşan dida Amerîkaya îşxalker di pêvajoya vekişîna ji Efxanistanê de bi hinceta endambûna DAIŞê êrîş biribû li xalekî û 3 jê zarok 10 kesan qetil kiribû û destnîşan kiribû ku di êrîşê de endamên DAIŞê hatine kuştin.(ÎLKHA)