Tir û mînîbusek li hev qelibîn: Mirîyek 19 birîndar

Di encama qezaya ku li Diyarbekirê pêk hat de kesek canê xwe ji dest da û 19 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 17.09.2021 09:35:29 / Güncelleme: 17.09.2021 09:35:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li ser rêbeja Diyarbekir-Rihayê li nêzî mewqîya Gommetaşê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin tir û mînîbuseke ku nasnameya ajokarên wan û plaqeyên wesayîtan nehat hînbûn li hev qelibîn.

Di encama qezaya ku pêk hat de kesek canê xwe ji dest da û 19 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)