Walîyê Dihokê: PKK siyaseta Baas didomîne

Elî Teterê Walîyê Dihokê derbarê kuştina 2 Pêşmergeyan a ji teref PKKyîyan ve de daxuyanîyek belav kir.

Ekleme: 16.09.2021 14:55:24 / Güncelleme: 16.09.2021 14:55:24 / Xeberen Kurdi
Destek için 

“Ez di warê Kurdbûna PKKyîyan de şikdar im”

Teter di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, Pêşmergeyên wan ji teref kesên ku dê û bavên wan Kurd in ve hatin kuştin û dû re wiha got: “Lê belê ez di warê Kurdbûna wan de şikdar im. Ew wan warên xwe yên şer terk kirine û tên li vê derê bi Pêşmergeyan re şer dikin.”

“PKK siyaseta Baas didomîne û ji bo siyaseta baas bi ser bikeve hewl dide”

Teter di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, endamên PKKê bes navê Kurdistanê bi kar tînin û dû re wiha got: “Ji xeynî vê yekê me li ser navê Kurd û Kurdistanê tu feyde ji wan nedît. Ew herêmên ku berê bi destê Saddam dihatin enfal û xerakirin û îro ji ber PKKê nikarin bên avakirin. PKK siyaseta Baas didomîne û ji bo siyaseta baas bi ser bikeve hewl dide.”

Doh di dema derbasbûna wesayîtên Pêşmergeyan de mayîna ku ji teref PKKyîyan ve hatibû bicîkirin hat teqandin û di êrîşê de 2 Pêşmerge jiyana xwe ji dest dan û çend Pêşmerge jî birîndar bûn.(ÎLKHA)