Qetlîama Kanayê ya ku ji teref siyonîstên terorîst ve hatibû kirin nayê jibîrkirin

Di salan 1966an de artêşa siyonîstên terorîst êrîş birin li ser bajaroka Kanaya li rojhilata Libnanê û zêc û zarok di nav de zêdetirî 100 kesên bêsûc û mezlûm qetil kirin.

Ekleme: 16.09.2021 14:25:29 / Güncelleme: 16.09.2021 14:25:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji ser qetlîama Kanayê 23 sal derbas bûn, lê êş û elema qetlîama ku ji teref siyonîstên terorîst ve hat kirin hêj nehatiye jibîrkirin. Dema ku dîrok 1996an nîşan dida artêşa siyonîstên terorîst êrîşî bajaroka Kanaya li rojhilata Libnanê kirin. Di êrîşa wehş û hovane ya ku wê demê hat kirin de gelek kesên sîwîl hatin şehîdkirin.

Li gorî daneyên ku hatine berhevkirin di vê êrîşa ku ji teref siyonîstên terorîst ve hat kirin de 102 sîwîlên ku li navenda Neteweyên Yekbûyî ya li Kanayê sitirîbûn hatin şehîdkirin û 150 kes jî birîndar bûn. Di pêvajoya piştî vê êrîşê de gelek êrîşên din jî hatin kirin ku di van êrîşan de tevde 164 kesên sîwîl hatin şehîdkirin.

Siyonîstên terorîst tevde 600 êrîşên asimanî birin li ser herêmê û di van êrîşan de tevde 23 hezar berikên topê hatin bikaranîn. Ji ber êrîşên ku hatin kirin zêdetirî 300 hezar kes bûn penaber û war û wargehên xwe terk kirin.

Çeteyên siyonîst û terorîst di 11ê Nîsana sala 1996an de Beyrût jî di nav de ji bo tevahîya Libnanê êrîşeke bi navê “Weşîyên Xazabê” ya leşkerî dan destpêkirin.

Bi sedan şênîyên Kanayê zen kirin ew ê siyonîstên terorîst ji ber ku qanûn û hiqûqa navneteweyî nikaribin êrîşî  Navenda Neteweyên Yekbûyî ya li Libnanê bikin û ji ber vê yekê xwe avêtin navendê û hewl dan li wê derê bisirin. Lê siyonîstên terorîst  di sibeha 18ê Nîsana sala 1996an de  navenda Neteweyên Yekbûyî ya li Kanayê bombebaran kirin. Di êrîş û qetlîama ku hat kirin de 106 kesên sîwîl ên ku tê de pîrek û zarok jî hebûn hatin şehîdkirin û 150 kes jî birîndar bûn.

Li hember qetlîamê xemsarîya civaka navneteweyî

Digel ku  bê zanîn siyonîstên terorîst vê qetlîamê bi zanebûn û bi şikleke plankirî kirine civaka navnetweyî i dijî qetlîamê xemsar ma û bes vegotinên “agirbest û aramîyê” anîn zimên.  Bîll Clîntonê Serokê Dewletê yê wê demê yê Amerîkayê di daxuyanîya ku dabû de banga agirbestê li terefdaran kiribû. Dîsa Serokê Fransayê Jacques Chîracê jî bang li rejîma siyonîst kir da ku li gorî agirbestê tevbigere.  Ji bilî van dewletan Rûsya jî rexne li rejîma îşxalker kir û anî ziman ku ew ji ber îhtîmala nebaşbûna rewşa heyî endîşadar in.

Welatên xeyrî Muslîm helwesteke bi vî awayî li hember qetlîamê nîşan dabûn. Welatên Mislimanan ên ku xelkê wan Misliman bûn lê îdarevanên wan nediyar bûn kî ne û terefdarê kî ne bes qetlîama ku hatiye kirin şermezar kirin û daxwaz kirin ku operasyonên li Libnanê bên rawestandin.

Çeteyên terorîst û siyonîst bi daxuyanîya ku belav kiribû destnîşan kiribû ku ew qetlîam nekirine û ê ku di mirina sîwîlan de berpirsîyar e Hîzbûllaha Libnanê ye.

Qerara şermezarkirinê hat vetokirin

Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di 25ê Nîsana sala 1996an de derbarê qetlîama ku ji teref siyonîstên terorîst ve hat kirin de civîya û di encama civînê de biryar hat dayîn ku rejîma siyonîst û terorîst li Kanayê li hember sîwîlan qetlîam kiriye û biryara şermezarkirinê hat dayîn. Ji ber vê yekê endamên Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî li hev civîyan û pêşnûmaya şermezarkirinê hat gotûbêj kirin û bo vê yekê deng hat dayîn. Encax ev pêşnûma ji teref Amerîkayê ku hamîyê rejîma siyonîst û terorîst e ve hat vetokirin û nehat qebûlkirin.

 Serokwezîrê qaşo yê siyonîstên terorîst Şîmon Peres li xwe mikûr hat ku qetlîama ji teref artêşa wî ve hatiye kirin. Dema ku Peresê terorîst vê daxuyanîyê dida çeteyên îşxalker êrîşî  Neteweyên Yekbûyî ya ku derbarê qetlîama ku hatiye kirin de raportek amade kiriye kirin.

Qetlîamên ku ji teref siyonîstên terorîst û îşxalker ve hatine kirin

Ew qetlîama ku li Kanayê ji teref siyonîstên terorîst ve hat kirin ne ya ewil û ne jî ya dawî bû. Ji sala 1948an vir ve siyonîstên terorîst li herêmê gelek qetlîamên mezin kirin.

Hinek ji van qetlîamên ku ji teref siyonîstên terorîst ve hatin kirin ev in:

1948: Li gundê Salhaya temamê gundîyan di camîyê de hatin şehîdkirin.

1949: Li Houlayê 90 Libnanî hatin şehîdkirin.

1967: Li Houlayê 5 pîrek hatin şehîdkirin.

1967: Siyonîstên terorîs gundê Hanînê 3 mehan dorpêç kirin û gelek ehlê gund şehîd kirin.

1974: Li Yarînê 17 mal hatin xerakirin û herî kêm 9 kes hatin şehîdkirin.

1975: Li Yarînê 9 zarok hatin şehîdkirin.

1976: Li Bînt Jbeîlê di êrîşa ku li bazarê hat kirin de 23 kes hatin şehîdkirin.

1978: Li Rashayê 15 û li Bînt Jbeîlê 29 kesên ku exlebeyê wan zarok bûn hatin şehîdkirin.

1978: Li Abbasîyê 112 kesan di camîyê de hatin şehîdkirin.

1982: Siyonîstên terorîst û îşxalker ên ku Kampên Sabra û Şatîlla bombe baran kirin û 800 Filistînîyan şehîd kirin piştî 4 salan bajaroka Suhmurê bombebaran kirin û 13 kesên Libnanî kuştin.

1985: Wesayîta bombebarkirî li Bîr Al Abdê hat înfîlaqkirin, 75 kes hatin şehîdkirin.Dîsa di êrîşa ku li herêma Tuffahê hat kirin de jî zêdetirî 30 kesan hatin şehîdkirin.

2006: Siyonîstên terorîst li Kanayê êrîşî avahîyeke 3 qetî kirin, di êrîşa ku hat kirin de 37ê wan zarok zêdetirî 60 kesan hatin şehîdkirin.

2021: Siyonistên terorîst di êrîş birin li ser Xazzeyê zêdetirî 250 kes şehîd kirin.(ÎLKHA)