Serokê Giştî yê HUDA PARê digel teşkîlata partîya xwe ya Yalovayê hevdîtin kir

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê di bergeha lêpirsînên herêma Marmarayê de li Yalovayê bi endamên teşkîlata bajar a HUDA PARê re hat ba hev û bi wan re hevdîtin kir.

Ekleme: 16.09.2021 14:20:28 / Güncelleme: 16.09.2021 14:20:28 / Xeberen Kurdi / Yalova Haberleri
Destek için 

Di hevdîtina ku gelek rayedarên partîyê beşdarî bûn de derheqê xebatên ku tên kirin û mijarên rojane de gotûbêj hatin kirin.

Her wisa di hevdîtina ku hat kirin de Yapicioglu pirsên endamên partîyê bersivand û hevdîtin bi dawî bû.(ÎLKHA)