Dayîkek û qîza xwe ya astengdar ji ber ku kirêya xwe nikarin bide li kûçê dimîni

​Li navçeya Rezan a Diyarbekirê pîreka ku nikaribû kirêya xanî bide û bi xwedîyê xanî re pev çû niha digel qîza xwe ya astengdar li kûçeyan dimîne.

Ekleme: 16.09.2021 10:50:33 / Güncelleme: 16.09.2021 10:50:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin, pîreka bi navê Rabîa Duman (50) a ku digel 2 qîzên xwe li Taxa Mewlana Xalid di kirê de dima, ji ber ku nikaribû heqê kirê bide bi xwedîyê xanî re pevçû.

Piştî ku di navbera Rabîa û xwedîyê xanî de pevçûn derket re, Rabîa malê vala kir û niha ew digel 2 qîzên xwe li arseyeke li taxê dijî.
Tê gotin Rabîa Duman (50) a ku dayîka 2 sebîyan e  û mêrê wê mirîye û kurê wê jî terka wan kiriye niha jiyana xwe li kûçe û kolanan derbas dike.

Rabîaya ku li kolanan dijî digel daxwazên vegerê yên cîranên xwe destnîşan kir ku ew ê cardin venegere wê mala ku ew jê derketiye.(ÎLKHA)